Rêveberiya Kampa Holê îro 330 koçberên ji Tebqayê ji kampê derxistin.
Rêveberiya kampa Holê beşa 11’an a koçberan ku ji şêniyên bajarê Tebqayê ne, derxist.
Hejmara malbatên ku derketine 96 û ji 330 kesan pêk tê.
Rêveberiya kampê bi dehan erebe ji bo veguhestina wan amade kirin.
Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê parastina wan heta gihandina bajarê Tebqayê û radestkirina li Meclisa Tebqayê bike.
Derxistina koçberên ji kampê li gorî biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.
Ev yek piştî kar û barên pêwîst û garantiya nûnerên eşîran pêk tê.