Li Idlibê Rejîmê nuqteyeke dewleta Tirk kir hedef û artêşa Tirk jî bersiv da

Li Idlibê 12 xalên çavdêriyê yên dewleta tirk hene. Bi pêşdeçûna hêzên rejîmê ya li Idlibê re jî hinek ji van xalan di nava dorpêça hêzên rejîmê de mabûn. Her çiqasî rejîmê xwest tirkiye van noqteyan vale bike jî lê dewleta tirk ev yek red kir. Îro li van nûqteyan dinavbera hêzên rejîmê û artêşa tirk de şerekî demkurt rû da. Ji bo şerê li Sûriyê jî, Birîtaniyayê daxwaza civîneke ewarte ya Konseya Ewlekariya Navdewletî kir.

Gefên dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûrî yên dijberî hev li ser erdê deng vedidin.

Piştî ku rejîma Sûrî nuqteya nihemîn a dewleta Tirk li gundewarê Idlibê kir hedef û leşkerekî dewleta Tirk hat kuştin, îro rejîmê nuqteyeke din a dewleta Tirk kir hedef.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hêzên rejîma Sûrî nuqteya dewleta Tirk a bi navê Çavdêriyê li herêma Merehitat topbaran kir.

Çavdêriyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker jî ji nuqteya li Sirmanê bersiva êrîşa rejîmê da.

Derbarê ziraran de ti agahî nehatin parvekirin.

Ev êrîşa rejîmê piştî gefa dewleta Tirk li dijî her êrîşeke li ser nuqteyên wê yên li Idlibê pêk hat.

NUQTEYÊN DEWLETA TIRK LI IDLIBÊ
HILUSÎ AKAR: NUQTEYÊN ME YÊN LI IDLIBÊ NE CIHÊ NÎQAŞÊ NE

Duh Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hilusî Akar destnîşan kir ku mijara vekişîna wan ji nuqteyên li Idlibê ne cihê nîqaşê ye.

Akar gef xwar û got:

Çi êrîşeke li dijî nuqteyên me pêk bên, bê dudilî em ê bersiva wê bidin.

Piştî gefa dewleta Tirk, rejîmê jî û li ser zimanê Cîgirê Wezîrê Derve yê rejîma Sûrî Feysel Miqdad got:

Çawa Osmanî ji Sûriyê derketin, wê dagirkeriya Tirkiyê jî derkeve.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
BIRÎTANIYAYÊ DAXWAZA CIVÎNEKE KONSEYA EWLEKARIYÊ KIR

Hemwextî êrîşa rejîmê li dijî nuqteya dewleta Tirk, herêmên din ên gundewarê Idlibê dihatin topbarankirin.

Çaavdêriya Sûrî ragihand ku rejîmê bajarokê Merenad û gundewarê Cisir Şixûrê li rojavayî gundewarê Idlibê topbaran kir.

Her wiha li gundewarê Hema yê rojava jî topbaran hebû.

Têkildarî şerê li Idlibê jî, li gorî ajansa TAS a Rûsî Birîtaniyayê civîneke ewarte ji Konseya Ewlekariya Navdewltî xwest.

Leave a Reply

Back to top button