Li Şehbayê mayînek teqiya du welatiyên Efrînî jiyana xwe ji dest da

Li Şehbayê du welatiyên efrînî di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gundê Babnisê yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê mayînek teqiya.

welatiyên efrînî Kanîwar Hisê Elûş 33 salî û Semîr Menan Elûş dema ezing kom dikirin mayînek çandî bi wan ve teqiya û jiyana xwe ji dest dan.

Hate diyarkirin ku herdu welatî xizmên hev in, ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ne.

Leave a Reply

Back to top button