Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan semînerek lidar xist.
Bi nêzîkbûna 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan (15’ê Sibata 1999’an), Komîteya Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê, semînerek li dar xist.
Semîner bi beşdarbûna bi dehan jinan û malbatên şehîdan, li navenda Dicle ya çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê hate lidarxistin:
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Bihar Mihemed semîner da û bal kişand ser têkoşîna rêber Abdullah Ocalan a ji bo gelên bindest û bi taybet ji bo jinan.
Bihar der barê nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser demokrasî, aştî û jiyana hevbeş a gelan de axivî û destnîşan kir ku fikir û ramanên wî wê li herêmê û cîhanê azadiyê û aştiyê pêk bîne.
Bihar ji bo bidawîkirina sistema işkence û qirkirinê ya li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, banga xurtkirina têkoşînê kir.



