Kurdistanî û dostên wan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bajarê Lorîent yê Fransayê ber bi Strasbourgê ve dimeşin, piştî 20 rojan gihiştin bajarê Reims yê Fransayê.
Çalakvanên meşê ji aliyê kurdistanî û Partiya Komunîst a Fransayê li qada Place De Royal ya Reimsê bi coşeke mezin hatin pêşwazî kirin.
Çalakvanan di tevahî meşê de, gel û derdor bi durişme û belavokan armancê meşê diyarkirin.
Piştî meş veguherî mîtîngê, meşvanan beşdariya Kurdistanî û Partiyên Reimsê silav kirin û gotin:
“Em ê 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiyê.
Divê gelê Kurd û dostên wan bi hemû hêza xwe li Strasbourgê li gel Rêber Apo bin.”



