hêjmara koçberên li kampê gihaşt 8 hezarî

Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê xebata berfirehkirina kampa Mehmûdliyê bi dawî kir.
Hêjmara koçberên li kampê gihiştiye 8 hezarî û ev yek rêvebirina xebatên kampê zehmet dike.

Hejmara koçberên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe û berê xwe didin kampa Mehmûdliyê ya ku 10 km dikeve bakurê bajarê Tebqayê.

Ji ber vê yekê, Rêveberiya Demokratîk a Herêma Tebqayê Cotmeha 2019’an kamp berfireh kir.

Li ser vî esasî 250 malbatên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ji Girê Spî û Eyn Îsayê koç kiribûn, berê xwe dan vê kampê.

Bi vê yekê hejmara koçberan gihaşt 8 hezarî.

Ji ber hêjmara zêde û şert û mercên zivistanê rêveberiya kampê zexmetiyan dikşîne.

Hevserokê kampa Mehmûdliyê Abdulhadî Ebd diyar kir ku hejmara koçberan zêde ye û derfetên wan têrê nakin.

Abdulhadî Ebd got, “Piştî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistinên navdewletî alîkarî nedan û ev yek bandoreke neyînî li rewşa koçberan kir.”

Leave a Reply

Back to top button