Xelkên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê diyar kirin ku projeya Rêveberiya Xweser garantiya parastina maf û azadiya civak û kesan e.
Endamê Saziya Olî Şêx Îsmaîl destnîşan kir ku li welat rewşeke tevlihev heye, li ser navê dînê Îslamê kuştinê dikin.
Hevseroka Mala Êzidiyan Roşîn Mûsa jî bal kişand ser berxwedana gelên herêmê û got:
“Berxwedana gelên herêmê ya li bendava Tişrînê berxwedana rûmetê ye.”
Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Hêvîn Mûsa jî diyar kir ku ew li Sûriyê bi polîtîkaya dagirkeriya Tirkiyê re rû bi rû ne û ev bang kir:
“Divê dewleta Tirk a dagirker dev ji gurkirina nakokiyan di navbera pêkhate û mezhebên Sûriyê berde.”



