Baragehên Emerîka li Iraqê li 9 baregehan nêzî 5 hezar leşkerên Emrîkî hene

Bi kuştina Suleymanî ya li paytexta Iraq Bexdayê re çav zivirîn ser bargehên leşkerî yên Emerîka yên li Iraqê.

Piştî ku Fermandarê alaya Qudsê ya girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ji aliyê Emerîka ve hate kuştin, bi îhtimala ku wê Tehran bersiva van êrîşan bide çav zivirî ser baregehên Emerîka yên li Iraqê.

Li Iraqê 9 baregehên Emerîka hene û nêzî 5 hezar leşker li van baregehan dimînin.

Piştî destwerdana Emerîka ya Iraqê, ji sala 2003’an heta 2011’an nêzî 165 hezar leşker lê diman.

Her çiqas di sala 2011’an de Emerîka biryara kişandina hêzên xwe ji herêmê dabe jî, li herêmê baregehên xwe yên leşkerî xurt kir.

K1 BAREGEHA LEŞKERÎ

BAREGEHA TACI YA LEŞKERÎ

BAREGEHA LEŞKERÎ YA VICTORY

BAREGEHA LEŞKERÎ YA BELED

BAREGEHA LEŞKERÎ YA HABANIYYE

BAREGEHA LEŞKERÎ YA AYNUL ESED

BAREGEHA LEŞKERÎ YA GEYARA

BAREGEHA LEŞKERÎ YA BALEFIRGEHA NAVNETEWÎ YA ERBILÊ

BAREGEHA BALEFIRGEHA HERÎR

Leave a Reply

Back to top button