Şêniyên Girê Spî li dijî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê îro jî daketin kolanan û meşiyan. Bi sedan kes banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê kirin. Şêniyan her weha xwestin hemû sivîlên ku dewleta Tirk û çeteyên wê revandine werin berdan.
Li gorî çavkaniyên herêmî, li Girê Spî îro piştî nimêja Înê bi sedan kes li dijî kiryarên kuştin, revandin û diziyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê meşiyan.
Şêniyên careke din teqez kirin ku ew dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê naxwazin û banga bidawîkirina dagirkeriyê kirin.
Şêniyên Girê Spî bi taybet banga derxistina çeteyên koma bi navê Feyleq El-Mecid kirin.
Şêniyan her weha xwestin ku hemû sivîl, jin û zarokên ku Tirkiyê û çeteyên wê revandine serbest werin berdan.
Çeteyên dewleta Tirk yên bi navê Feyleq El-Mecid berî 2 rojan şêniyê bi navê Emar Hecî yê ji Eşîra El-Meşhûr kuştibûn û hewl dabûn ku erebeya wî bidizin û ev yek rastî nerazîbûnên gel hatibû.