Beşar El-Caferî: Tirkiyê bi piştgiriya terorê ji erkên xwe dûr dikeve

Nûnerê rêjîma Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî anî ziman, rejîm wê dest ji mafê xwe yên tinekirina terorê li Idlibê bernede û got, Tirkiyê bi piştgiriya terorê ji erkên xwe dûr dikeve.

Nûnerê rejîma Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî piştî civîna girtî ya li Konseya Ewlekariyê, daxuyaniyek da û got: “Sûriyê dest ji maf û erkên xwe yên tinekirina terorê li bargeha dawî ya li Idlibê bernade.”

El-Caferî anî ziman ku hin endamên Konseya Ewlekariyê di tinekirina terorê de bi bin ketin.Dewletên Yekitiya Ewropayê bi awayekî ne berpirsyar nêzî dosyaya terorîstên biyanî dibe.

Herwiha Caferî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên li Idlibê dibe Lîbyayê û dide şerkirin û dewletên Yekîtiya Ewrupoyê van kiryaran nedîtîve dibînin û başgûh dikin.

El-Caferî daxuyakirin ku “Tirkiyê bi piştgiriya rêxistinên terorîst ên li Idlibê ve ji erkên xwe yên di çarçoveya lihevkirinên Soçî û Astanayê de hatibû diyarkirin dûr dikeve.”

Leave a Reply

Back to top button