Hefter: Li dijî destwerdana hêzên biyanî em seferberiya giştî radighînin

Piştî ku parlamena Tirkiye pêşnûmeya şandina hêzên leşkerî ya ji bo Libyayê erê kir, Hefter li dijî şandina hêzên biyanî ya Libyayê, seferberiya giştî ragihad.

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK YA LIBYAYÊ
XELÎFE HEFTER LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ SEFERBERÎ RAGIHAND

Fermandarê Artêşa Netewî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter li dijî şandina hêzên Tirkiye ya ji bo Lîbyayê, ji gelê Lîbyayê re axivî.

Hefter li dijî dagirkeriya dewleta Tirk seferberiya giştî ragihand û diyar kir ku ew bi hemû hêza xwe amade ne ku li dijî dagirkeriya Tirk parastina xaka xwe û rûmeta xwe bikin.

Fermandarê Artêşa Netewî ya Lîbayayê Xelîfe Hefter bang li gelê Tirkiyê kir ku li dijî siyasetên dewletê ku artêşa xwe ber bi tunebûnê ve dibe û fitneyê belav dike, bisekinin.

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK YA LIBYAYÊ
PARLAMENTOYA LÎBYAYÊ BETALKIRINA PEYMANA ERDOGAN Û EL-SERAC ERÊ KIR

Her wiha Parlamena Lîbyayê jî îro bi awayekî awarte kom bû betalkirina peymana Erdogan û El-Serac, erê kir.

Her weha parlamenê biryar girt ku hemû têkîliyên xwe yên bi Tirkiye re rawestîne.

Endamên parlamenê, Serokê Hikumeta El-Wîfaq Fayiz El-Serac bi pêkanîna sûcên îxaneta mezin tewanbar kir û biryara lêpirsînê ya derheqê Serac de erê kir.

Her weha Artêşa Wetenî a Libyayê ya Hefter jî ji bo deriyên sînor û baregehên hewayî û peravên deryayê li hêzên ku negirêdayî Hefter in bigire, hate erkdarkirin.

Leave a Reply

Back to top button