Sefîrê Îranî Roancî: Bersiva kirinên leşkerî wê leşkerî be

Kuştina Qasim Silêmanî tevî Îranê, di qada navnetewî jî rastî bertekan hat. Sefîrê Îranî yê li Neteweyên Yekbûyî jî anî ziman ku bersiva êrîşêke leşkerî wê leşkerî be.

Sefîrê Îranî yê li NY Mecîd Text Roancî diyar kir ku operasyona merîkî ya li dijî fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Suleymanî destpêka şerekî ye û anî ziman ku bersiva vê êrîşê wê leşkerî be.

Roancî got: Ev tê wateya destpêkirina şerê li dijî Îranê û teqez em ê tola vê yekê rakirin.

Sefîrê Îranî duh agahî dabû Meclisa Navdewletî ku li gorî qanûna navdewletî mafê welatê wî heye ku parastina xwe ya rewa bike.

Roancî tekez kir ku kuştina Sulemanî nimûneya terora dewletê ye û binpêkirina pîvanên sereke yên qanûna navdewletî ye.

Sefîrê Îranê Roancî banga civîneke awarte kir û ji bo şerekî nû ku li Xelîcê rû bide hişyarî da.

KUŞTINA QASIM SULEYMANÎ
SENATORÊ RÛSÎ: KUŞTINA SULEYMANÎ BINPÊKIRINA ZAGONÊN NAVDEWLETÎ YE

Ji aliyê din ve Serokê Komîteya Karûbarên Navdewletî yê di Meclisa Rûsyayê de Qestentîn Kosat-şîf diyar kir ku kuştina Sulemanî, binpêkirina zagonên navdewletî ye.

Qestentîn got: Eger em rê li pêş Emerîka negirin wê leşkerên xwe bişîne welatên ku alozî lê hene, Emerîka dijminên xwe weke terorîst binav dike û beyî ku hesab jê bipirse wan dikuje.

KUŞTINA QASIM SULEYMANÎ
BERPIRSÊN EMERÎKÎ: KUŞTINA SULEYMANÎ WÊ RÊ LI BER KIRINÊN ÎRANÊ BIGIRE

Berpirsên Emerîkî jî gotin, tevî ku Îranê gefên tolhildanê dixwe, operasyona li dijî Suleymanî wê rê li ber kirinên Îraniyan bigire.

Berpirsan dan zanîn ku bi kuştina Suleymanî wê pêşî li kuştina bi sedan leşkerên Emerîkî yên li Îraq, Lubnan û Sûriyê were girtin.

KUŞTINA QASIM SULEYMANÎ
FERMANDARÊ ÎRANÎ: NAMEYA EMERÎKA EŞKERE KIR

Cîgirê Serokê Feyleqa Qudsê yê Îranî fermandar Elî Fedwî jî ragihand ku Emerîka bi rêya sefîrê me yê Siwîsrî nameyek ji me re rê kir û tê de dibêje: Ger hûn bixwazin tolê rakin û tiştê ku ji dest we tê bikin.

KUŞTINA QASIM SULEYMANÎ
DYE PERWERDEYA LEŞKERÎ YA HÊZA IRAQÎ RAWESTAND

Serbazekî Elmanî yê payebilind ragihand ku DYE’yê û hevalbendên wê piştî zêdebûna nakokiyan li ser kuştina Qasim Suleymanî rû dane, perwerdekirina hêzên Iraqê bi awayekî demkî rawestand.

Leave a Reply

Back to top button