Gotires: Çi destwerdank biyanî aloziya Lîbî kûrtir dike

Piştî ku parlamena Tirkiye pêşnûmeya şandina hêzên leşkerî ya ji bo Libyayê erê kir, bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk zêdetir bûn. sekreterê giştî yê NY Antonio Gutirêş hişyarî da ku çi destwerdanek di Lîbyayê de dê aloziya wî welatî kûrtir bike. Her weha Misirê ji bo encamên neyenî yên vê biryarê lêkolîn bike, komîteyek bilind amade kir û hişyarî da Îmaretê û Yekîtiya Ewrûpayê.

sekreterê giştî yê NY Antonio Gutires bi daxuyaniyekê hişyarî da Tirkiye bêyî wê binav bike û destnîşan kir ku çi destekek biyanî bo aliyên şerker ên Lîbî dê aloziya li Lîbyayê kûrtir bike û hewldanên ji bo çareseriya aştiyane ya giştî li Lîbyayê asteng dike.

Gutires bang li aliyên Lîbî kir ku yekser şer rawestînin û li danûstandinên siyasî vegerin.

Destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê
Misirê li dijî destwerdana Libyayê komîteyek ava dike

Her weha ji bo lêkolînkirina bandorên neyînî yên biryara parlamena Tirkiyê, Misir wê komîteyekê ava bike.

Çavkaniyên Misrî ragihandin ku komîte wê ji wezîrê parastin, wezîrê derve û serokên îstîxbaratên şer û giştî yên Misrê pêk were.

Misirê li ser vê mijarê bi gelek welatên Ewropî û Erebî re jî kete nav danûstandinan ku rê li ber destwerdana leşkerî ya Tirkiyê ya li Lîbyayê bigre.

Destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê
Îmarat bang li raya giştî kir ku li dijî biryara Tirkiyê bisekine

Ji aliyê din ve Yekîtiya Ewrûpayê û dewleta Îmarat jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Îmaratê di daxuyaniya xwe da bang li raya giştî kir ku li dijî destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê bi berpirsyarî tevbigere.

Destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê
“YE” ji ber biryara parlemana Tirkiyê nerazîbûn nîşan da

Her wiha berdevkê karûbar û siyasetên derve yên ewlehiyê yê YE Peter Stano jî ji ber biryara parlemana Tirkiyê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku divê her kes li gorî biryara navdewletî ya qedexekirina şandina leşker û çekan ji bo Lîbyayê tevbigere.

 

Leave a Reply

Back to top button