Rûspiyên ereb ên Qamişlo: Bi diyaloga Sûrî-Sûrî aloziya heyî dikare çareser bibe

Rûspiyên Ereb ên kantona Qamişlo destnîşan kirin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê û çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogên Sûrî-Sûrî esas e.
Her wiha rûspiyan teqez kirin ku ji bo çareseriyê projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser guncaw e.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji bo çareseriyê gelek civîn hatin lidarxistin, lê ji ber destwerdanên derve hemû civîn bê encam man.

Hemû dewletên derve li gorî berjewendiyên xwe tevdigeriyan, xizmeta gelê Sûriyê nekirin û bi vê yekê aloziya Sûrî kurtir bû.

Rûspiyên eşîrên Ereb ên kantona Qamişlo diyarin kir ku ji bo dawî li aloziyê heyî were, divê diyalogên Sûrî-Sûrî dest pê bikin.

Ji rûspiyên eşîra El-Zubeyd Raxib El-Faris destnîşan kir ku aliyên derve hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin û fitneyên mezhebî belav bikin.

Şêx Raxib El-Faris anî ziman ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî û QSD’ê bersiva van hewldanan dan û îro jî didin.

El-Faris ji bo çareseriya aloziya Sûriye girîngiya diyalogên navxweyî ya li gorî projeya rêveberiya xweser û dûrî destwerdanên derve destnîşan kir.

Rûspiyên ereb ên Qamişlo:
Ji bo bidawîkrina dagirkeriya Tirk dest bi diyalogan bikin

Ji rûspiyên êşîreya El-Weda Şêx Şakir El-Miftah jî îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk kir û anî ziman ku tevahî eşîrên Ereb planên Tirkiyê yên dagirkirinê dizanin û li dijî vê ne.

Şêx Şakir El-Miftah balkişand ser îdîayên Erdogan a bi navê “Herêma ewle” û wiha got:

“Ev îdîa hewldanek ji bo parçekirina xaka Sûriyê ye. Eşîrên Ereb li hemberî vê projeya Osmanî disekinin û vê weke siyaseteke “Xeter” bi nav dikin.”

Şakir El-Mihftah bang li gelê Sûriyê kir ku ji bo bidawîkirina aloziyê û planên derve yê li dijî gelê Sûriyê dest bi diyalogên Sûrî-Sûrî bikin.

Leave a Reply

Back to top button