ENCAMNAMEYA KOMXEBATA ZIMÊN HAT EŞKEREKIRIN

Platforma Zimanê Kurdî ya ku 10’ê Mijdarê li Amedê hat lidarxistin encamnameya xwe eşkerekir.

Di encamnameyê de daxwaz ji hikumeta Tirk hat kir ku zimanê Kurdî ji dibistanên seratayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî.

Û bang li gelê kurd hat kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin.

Platforma Zimanê Kurdî ya ji pêkhateyên HDP, DBP, OSP, PSK, PDK-B, PDK-T, PAK, Partiya Mirov û Azadiyê û Înîsyatîfa Azadiyê pek hat encamnameya komxebata zimanê Kurdî ya di 10’ê Mijdare li Amede li dar ket eşkerekir.

Alîkarê Serokê Giştî yê PSK Bayram Boz yel, encamname xwend.

Bayram Bozyel got;

Komxebata me pirreng û pirdeng derbas bû.

Di warê ziman û mijaran de beşdaran dîtinên xwe berbiçav kirin û li ser siyaseta zimên dîtinên xwe diyar kirin, nîqaş kirin û analîz kirin.

Bayram diyar kir ku bi zimanê dayikê perwerdebûn mafêkî mirovî, civakî û xwezayî ye û wiha anî ziman:

Îro li dinyayê her netew, kom û kesayet bi zimanê xwe berheman diafirîne.

Şano, stran, sînema, perwerde, wêje, medya, lêkolîn, xizmetên olî bi zimanê dayikê wateyeke netewî digirin.

Ev berhem û çalakî dibin kultura netewî û hevbeşîyekê di nava mirovan de ava dikin.

Ji ber ku berhemên ziman nasname û hebûna mirove.

Lê gava ku ziman ji destê mirovan çû, mirov asimîle bûn, bi wextê re netewebûn jî ji holê radibe.

Ev rastî îro vekirî û beloq li pêşberî Kurdên Bakurê Kurdistanê rawestiya ye.

Bayram di nava axaftina xwe de diyar kir ku kurd li tirkiyê di her milan de kar û xebatê dimeşînin lê mixabin heta niha Kurd nebûne xwediyê mafên kolektif û zimanê Kurdî jî li dibistanan nebûye zimanê perwerdê.

Bayram daxwaz ji hikumeta Tirk kir ku zimanê Kurdî ji dibistanên seratayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî.

Alîkarê Serokê Giştî yê PSK Bayram Bozyel di dawiya encamnameyê de ev bang kir;

Divê Kurd jî bi baldarî li zimanê xwe xwedî derkevin û bi hemû awayan zimanê xwe bikin beşek ji nasnama xwe.

Kurd divê bi zimanê xwe bazirganiyê û sîyasetê bikin, çalakiyên kulturî li dar bixin, karê rewşenbirî bi Kurdî bikin, xwedî li kultura xwe derkevin, rûmetê bidin kedkarê zimanê Kurdî:

Leave a Reply

Back to top button