Trump: Me 52 deverên Îranê ji bo armancgirtinê, destnîşan kirine

Piştî kuştina fermandarê Feyleq el-Quds a girêdayî Artêşa Îranî Suleymanî, şerekî gef û axaftinan navbera Emerîka û Îranê dest pê kiriye.
Îran gefê li 35 deverên Emerîkî dixwe û Emerîka jî, 52 deverên Îranê destnîşan dike..

Kuştina fermandarê Feyleq el-Quds Qasim Suleymanî bi êrîeke Emerîka li Iraqê, rê li ber gef û axaftinên tûj vekir.

Berpirsekî Îranî ji ajansa “Tesnîm” re ragihand ku, ji bo kuştina Suleymanî “35 deverên Emerîkî û Til Ebîb di armanca wan de ne”..

Wezîrê derve yê vî welatî Mihemed Zerîfî jî diyar kir ku “bidawîbûna Emerîka li Rojavayê Asayayê dest pê kir.”

Li hemberî wê jî, serokê Emerîka Donald Trump gef li Îranê xwar û ragihand ku, “eger Îran ti tevgerekê li dijî wan bike, wê 52 deverên destnîşankirî aramanc bigirin”..

Trump li ser Twitterê destnîşan kir ku, “ew 52 dever nûnertiya 52 Emerîkiyên ku sala 1979 li balyozxaneya Emerîkî hatine dorpêçkirin, dikin.”

FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ HÊZÊN ÎRANÎ:
TRUMP NEWÊRE VAN GEFÊN XWE PÊK BÎNE

Li ser vê daxuyaniya Trump jî, fermandarê giştî yê hêzên Îranî Ebdulrehîm Mûsewî Trump derewand û got, ew newêre van gefên xwe di ti şerî de pêk bîne.

Mûsewî teqez kir, ev gef ji bo nixumnadina kuştina Suleymanî tên xwarin.

Ji aliyê xwe ve, Koalîsyona navdewletî jî ragihand ku, “2 baregehên wan li Iraqê rastî êrîşan hatine, lê ti ziyanên canî çênebûne”.

Leave a Reply

Back to top button