Navendine Wîfaq û çekdarên wê li tacûra kirin armanc

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê vê sibê zû êrîşên asmanî li ser kamp û navendên hêzên Wîfaqê yên li Tacûra li rojhilatê Terablusa paytext pêk anîn.

Artêşê her wiha devereke koma çekdar a bi navê “Deman” li herêma Bi’r el-Esta ya li Tacûra jî bombebaran kir.

Li gorî wezareta tenduristiyê jî, di encama şer de duh 28 kesan jiyana xwe ji dest da.

Destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê
Siûdiyê: Ev destwerdan gefan li Ewlehiya Ereban tevdî dixwe

Ji bo destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê jî, Siûdiyê îro bi daxuyaniyekê ev yek şermezar kir û ew bi “binpêkirina biryarên Konseya Ewlekariyê” bi nav kir.

Siûdiyê teqez kir ku destwerdana Tirkiyê gefan li ewlehiya Lîbya, ewlehiya Erebî û ya herêmî tevdî dixwe, ji ber ew destwerdanê li welatekî Ereb dike, ev jî li dijî qanûnên navdewletî ye.

Her wekî duh jî fermandarê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ji bo vê yekê seferberî ragihand.

Leave a Reply

Back to top button