Tehran wê bi hin rêbazan bersiva kuştina Suleymanî bide

Berpirsin Îranî hin bijardeyên pêkan ji bo bersivdayîna kuştina Qasim Suleymanî vegotin.

Endamê Meclisa Pisporên Rêveberiya Îranê Ehmed Xatemî teqez kir ku wan biryara bersivê li gor xwestekên ewlewhiya netewî ya Îranê girtine.

Xatemî destnîşan kir ku pêkan e di bersiva Îranê de hêzên Emerîkî yên li Sûriye û Iraqê werin armangirtin û got: xwîna Suleymanî ji bo berdana hêzên Emerîkî ji Iraqê, dikele.

Ehmed xatemî tekez kir ku Suleymanî şehîdekê navdewletî yê Îslamî ye û dê Iraq, Sûriye, Yemen û Hizbulaha Lubnanê tola wî hilînin.

Ji aliyê xwe ve sekreterê komeleya çavdêriya berjewendiyên Îranê Muhsin Rîda’î Israîl jî bi kuştina Suleymanî tawanbarkir û got: dibe ku kuştina Suleymanî komployeke Emerîkî-Îsraîlî be, ku Îsraîl agahî derbarê hebûna Suleymanî li Sûriyê dabe Emerîka.

Leave a Reply

Back to top button