Endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya şaxê navçeya Şedadê diyar kirin ku binpêkirinên Tirkiyê yê li herêmê di asta sûcên şer de ne û divê Tirkiyê ji Sûriyê bê derxistin.
Ji ber bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên şer yên dewleta Tirk ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike, nerazîbûn zêde dibin.
Endamê Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçaya Şedadê Riyad Hemze El-Sultan sûcên şer yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.
El-Sultan da xuyakirin ku Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe yê bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûrî sûcên şer dike û dagirkeriya xwe berfireh dike.
El-Sultan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiya herêmê dixe dewrê bi vê yekê bi awayekî eşkere xaka Sûriye dagir dike.
Sultan diyar kir ku sûcên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî dighêje asta sûcên şer û anî zikan ku divê dagirkeriya Tirk a li herêmê bi dawî bibe.
Endama Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Fatima El-Teraf jî sûcên li dijî şêniyên pêkhateyên herêmê, li Girê Spî û Serêkaniyê tên kirin û koçberkirina bi darê zorê şermezar kir.
Fatim El-Teraf diyar kir ku dewleta Tirk planên xwe yên li Sûriyê û welatên din bi riya çeteyên xwe pêk bîne.
Di êrîşên dewleta Tirk ên dagirker yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de destpêkiribûn, heta niha nêzî 400 sivîl jiyana xwe ji dest da û herî kêm 350 hezar kes jî ji cih û warên xwe koçber bûn.