HPG: Li Xakûrkê 6 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayan li herêma Xakûrkê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî lidarxist û di encamê de 6 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li dijî dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de gerîlayan di 4’ê Çileyê de li ser girê Şehîd Axîn yê li herêma Xakurkê ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi cîh bûbûn çalakiyek pêk anî.

HPG ragihand ku di encama çalakiyê de 2 çeperên leşkerên artêşa Tirk hatine ruxandin û herî kêm 6 leşker hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button