Artêşa Tirk a dagirker gundê El-Faris ê navçeya Eyn Îsayê kir baregeheke leşkerî.
Binpêkirinên dewleta Tirk ên li herêmên ku dagir kirine dewam dikin.
Artêşa Tirk bi darê zorê şêniyan ji ji cih û warên derdixe û evder dike bargehên leşkerî.
Artêşa Tirk gundê El-Faris ê ku 21 km li bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsa ye veguherand baregeheke leşkerî.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku artêşa Tirk tevî dibistanê, hemû gund kir baregeh û leşkerên xwe lê bi cih kir.