Cenazeyê Suleymanî li gelek bajarên Îranê hate pêşwazîkirin

Îro bi derbasbûna cenazeyê Fermandarê Feyleq Qudsê Qasim Suleymanî ya Îranê re li gelek bajaran merasîm hate lidarxistin.

Ji bo Qasim Sîlêmanî merasîma despêkê li bajarê Ehwazê pêk hat.

Li wir bi hezaran kes cenazeyê Silêmanî pêşwazî kir.

Îraniyên ku bi cilên reş daketin qadan li dijî Emerîka sloganên intiqamê gotin.

Piştî re jî cenazeyê Silêmanî ku bi alên Îranê hatibû pêçan derbasî bajarê Meşhedê bû.

Li wir jî bi hêrseke zêde ya gel a li dijî Emerîka hebû.

KUŞTINA QASIM SULEYMANÎ
CENAZEYÊ SULEYMANÎ WÊ SÊŞEMÊ LI KIRMANÊ WERE VEŞARTIN

Piştî merasimên ku li paytexta Îran Tehranê û bajarê Kumê wê cenazeyê Qasim Sileymanî ber bi bajarokê Kirmanê cihê ku lê jidayîk bûye were şandin.

Roja sêşemê jî wê cenazeyê Silêymanî li Kirmanê bi merasimekê were veşartin.

Cenazeyê Cîgirê Fermandarê Heşda Şabî Ebu Mehdi El Muhendisî jî îro piştî merasîmên li Bexda û Kerbelayê, li Necefê hat veşartin.

Leave a Reply

Back to top button