Perlemana Îraqî li ser drexstina hêzên biyanî û di serî de Koalîsyona Navdewletî li hev kir û Emerîkayê jî ne razî ye.
Perlemana Îraqî bêyî beşdarbûna Kurd û Suniyan li ser derxistina hêzên biyanî ji welatê xwe erê kir..
Di heman çarçoveyê de, wezareta derve ya Îraqê bi nameyekê giliyê Emerîkayê li gel NY û Meclisa Ewlekariyê kir..
Emerîka: Em ji biryara parlamena Iraqî bê hêvî man
Piştî wê jî Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê bêhêvîtiya xwe ji vê biryarê nîşan da û teqezî li ser girîngiya têkiliyên aborî û ewlehî kir..
Serokê Emerîka jî bersiv da û teqez kir ku ” heta Iraq lêçûnên baregeha hewayî nede, ew dernakevin”.
Koalisyona Navdewletî jî ragihand ku piştî êrîşên li ser baregehên wan yên li Iraqê piştgirî û perwerdeya ku didan hêzên Iraqî rawestandine.
Her wiha Almanya jî ragihand ku, “ew ti leşkerên nû nema dişînin Îraqê”.