Destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê îro Konseya Ewlekariyê dicive

Erdogan hêzên xwe dişîne Lîbyayê, Konseya Ewlekariyê jî civîneke awarte li dar dixe.

Serokê Tirkiyê Erdogan, duh ragihand ku hêzine artêşa Tirk ber bi Lîbyayê ve çûn û got, ev yek ji bo hevkarî û aramiya Lîbyayê ye.

Li ser vê jî, îro Konseya Ewlekariyê li ser daxwaza Moskowayê civîneke girtî der barê Lîbyayê de li dar dixe.

DESTWERDANA TIRKIYÊ LI LÎBYAYÊ
MISIR, ÇARŞEMÊ CIVÎNEKE PÊNC-ALÎ LI DAR DIXÎNE

Her wekî Misir jî ji bo heman mijarê kete tevgerê.

Tê payîn, Çarşemê civîneke pênc-alî li ser asta wezîrên derve yên Misir, Fransa, Îtalya, Yonan û Qibrisê li Qahîrayê were lidarxistin.

BALYOZXANEYA EMERÎKÎ LI LÎBYAYÊ:
EM AMADE NE RÊ LI BER DESTWERDANA DERVE BIGIRIN

Ji aliyê xwe ve, balyozxaneya Emerîkî li Lîbyayê jî metirsiya xwe ji encamên destwerdana derve anî ziman û ew bi destwerdana “jehrîn” bi nav kir.

Her wekî balyozxaneyê teqez kir, “ew amade ye rê li ber vê destwerdanê bigire û dawî li şer bîne.”

Leave a Reply

Back to top button