Şîraz Hemo: Rêveberiya Xweser banga çareseriya siyasî kir

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Efrîna dagirkirî Şîraz Hemo îşaret bi girîngiya çareseriya siyasî kir û got: “Qada leşkerî aloziya Sûriyê gur kir û Rêveberiya Xweser jî çareseriya siyasî esas digire.”

Li Yekîtiya Ewropa li Brukselê di 11 û 12 Kanûna derbasbûyî de ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê/Rojava konferansa Navdewletî hatibû û Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Efrînê Şîraz Hemo jî tevlî civînê bûbû.

Hemo, ku weke Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî konferansa li Yekîtiya Ewrûpayê bûbû, encamên konferansê nirxand û diyar kir ku ev gav ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker ya dewleta Tirk girîng bû.

Şîraz Hemo diyar kir ku wan jî weke nûnerê Rêveberiya Xweser careke din daxwaz kirin ku dewleta Tirk ji tevahiya xaka Sûriyê derbikeve, welatî li malên xwe vegerin.

Hemo her weha xwest ku çeteyên DAIŞ`ê li dadgeha herêmê werin cezakirin û ji ber sûcên şer ku li herêmê rû dane, hesab ji Erdogan were xwestin.

Şîraz Hemo diyar kir ku tevî bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin têkiliyên wan di qada siyasî û diplomatik de nesekinîne.

Hemo bal kişand ser girîngiya çareseriya siyasî û got:

“Qada leşkerî aloziya Sûriyê gur kir û Rêveberiya Xweser jî çareseriya siyasî baştir dibîne.”

Leave a Reply

Back to top button