Kaya: Li girtîgehan bi riya ol dixwazin binesaziyeke kîndar pêş bixin

Parlamentera HDP’ê Huda Kaya, bertek nîşanî protokola perwerdeya olî ya di girtîgehan bê dayîn, da û got: “Desthilatdarî di bin navê perwerdeya olî de, dixwaze li girtîgehan binesaziyek kîndar pêş bixe.”

Protokola di navbera Wezîrê Dadê û Serokatiya Karê Diyanetê ya ji bo ku perwerdeya olî di girtîgehan de were dayîn, di 3’yê Kanûna 2019’an de hat îmzekirin.

Parlamentera (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya, derbarê vê protokolê axivî û da zanîn ku desthilatdarî dixwaze bi van xebatan, binesaziyeke parastinê ya li dijî mûxalîfan pêş bixe û got:

“Desthilatdarî dixwaze bi vê protokola girtîgehan jî binesaziyek kîndar perwerde bike û pêş bixwe.

Divê ku desthilatdarî berî perwerdeya olî, edalet û aştiyê pêk bîne, şert û mercên jiyana mirovan sererast bike.”

Mirov nikarin biaxivin, fikir û ramanên xwe bînin ziman. Niha jî radibin dibêjin, ew ê mirovên di nava çar dîwaran de bi perwerdeya olî tedawî bikin.”
ZEXTÊN LI SER GIRTIYAN
5 CARAN RAPORA NIKARE LI GIRTÎGEHÊ BIJÎ DAN AKTAŞ LÊ HÎN GIRTÎ YE

Ergîn Aktaş ê ku 2 destê wî tuneye û heta niha Saziya Tipa Edlî 5 caran rapora “Nikare li girtîgehê bimîne” daye wî jî, dîsa girtî ye û nayê berdan.

Bavê Ergîn, Tahir Aktaş, xwest hemû girtiyên nexweş pê re kurê wî bên berdan .

Leave a Reply

Back to top button