Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî banga Rêber Apo nirxand.
Bahçelî got , banga ku ji Îmraliyê hat ji serî heta binî girîng û hêja ye.
Daxuyaniyên ji PKK’ê hatine temamkirina vê bangê ye em, dilxweş in.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî mijarên li rojevê daxuyaniyekî nivîskî da.
Bahçelî di serî de têkildarî banga Rêber Apo axivî .
Bahçelî diyar kir ku banga ji Îmralî ya ku 27’ê Sibata 2025’an derket ji serî heta dawî girîng û hêjî bû .
Bi gotina wî daxuyaniyên Komîteya Rêveber a PKK’ê jî piştgirîkirin û temamkirina vê bangê ye û dilxweş dike.
Devlet Bahçelî: Em daxuyaniyên ji PKK’ê hatine dilxweş in
Bahçelî diyar kir ku bang ji bo hemû pêkhateyên Tevgerê hatiye kirin û got:
“Rêzdarî û serfirazî di sedsala nû de wê hêzê li ser hêza Tirkiyeyê zêde bike, xwişk û biratiya hezar salî xurt bike.”



