Rêveberiya Xweser :Civîna xwe ya salane ya yekem li dar xist

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî civîna xwe ya salane lidar xist.

Di civînê de rewşa siyasî û civakî hate nîqaşkirin û plansaziya dema pêş hate danîn.

Di civîna salane de Rêveberiya xweser geşedanên sala borî û guhertinên rû dane nirxandin.

Her wiha bal kişand ser ku rêveberiya xweser gavên girîng di sala borî de di warê diplomasî de û têkiliyên bi welatên rojavayê re avêtin.

Di civînê de îşaret bi diyalogên ku bi rejîma Sûriyê re hatin kirin.

Ev diyalog heta niha ti encam negirt ji ber rejîm di vegera rewşê ya beriya 2011’an de bi îsrar e

Beşdarên civînê destwerdana dewleta Tirk a di Lîbyayê û aloziya di navbera Îran û DYA’ê, her wiha kuştina Fermandarê Feyleq El-Qudis a Îranê Qasim Suleymanî nirxandin.

Her wiha di civînê salane de komîteyek ji bo nirxandin û lêkolînkirina raporên deste û buroyên rêveberiyê hate avakirin.

Beşdaran girîngî dan ku divê pêşxistina beşên çandinî, tenduristî, perwerde, ewlehî û xizmetguzarî.

Tê payîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di rojên pêş de Kongreya Xweser ya salen li dar bixe.

Leave a Reply

Back to top button