Artêşa niştimanî ya Lîbyayê: Hêzên me bi temamî bajarê Sêrtê bi dest xist

Li Libyayê şerê di navbera Artêşa Niştimanî ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter û hikûmeta Wifaqê ku dewleta Tirk piştgiriyê dide, dewam dike. Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ragihand ku ew bi temamî bajarê Sêrtê bi dest xiste.

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ragihand ku wan herêma Bûhadî û baregeha El-Qirtabiya bi temamî bi dest xistine.

Li gorî Artêşa Niştîmanî wan bi pênc êniyên şer derbasî bajarê Sêrtê bûn û ketin navenda bajêr û bi temamî bi dest xist.

ARTÊŞA NIŞTIMANÎ YA LÎBYAYÊ:
4 LEŞKERÊN ME BI BALAFIREKE TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN

Her wiha duh berdevkê Artêşa Niştîmanî, Ehmed El-Mismarî ragihand ku balafireke bê mirov a dewleta Tirk êrîşî baregeha el-Wettiya ya li rojavayê welêt kir.

Li gorî agahiyan, di encamê de 4 leşkerên wan hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

SEROKÊ ISTIXBARATA HIKUMETA QEZAFÎ:
DIVÊ GELÊ LÎBYA LI HEMBER DAGIRKERIYA TIRK BIBE YEK

Li aliyê din ve piştî Erdogan bi awayekî fermî şandina hêzên xwe ji bo Lîbyayê ragihand, serokê Ajansa Ewlekariya Derve ya Istixbarata Lîbyayê yê berê Ebû Zêd Dorda banga seferberiyê li gelê Lîbyayê kir.

Ebû Zêd Dorda got, “Divê gelê Lîbyayê li hemberî planên dagirkiriyê bibe yek û li benda hespê boz nemîne ku ji wan re Lîbyayê rizgar bike.”

Leave a Reply

Back to top button