Piştî erêkirina parlamena Iraqê li ser derketina hêzên biyanî ji Iraqê, Almanya vekişîna hêzên xwe ragihand.
Îro hikumeta Almanyayê ragihand ew ê hejmareke leşkerê yên di koalîsyonana navdewletî de ne, ji Iraqê vekişîne.
Tê zanîn, 27 hezar leşkerên Alman li baregeha el-Tacî ya leşkerî li bakurê Bexdaya paytext dimînin.
Ev leşker jî perwerdeyê didin hêzên Iraqî.
Her wekî 5 leşker li kampa sereke ya koalîsyonê û 90 jî li Başûrê Kurdistanê ji bo perwerdekirina hêzên Kurdî dimînin.
Ev biryar, piştî ku duh parlamena Iraqî li ser bidawîkirina hebûna hêzên biyanî li herêmê erê kir, hat.