Nobeta ‘Ji Ocalan re azadî’ di hefteya 394’an de dewam dike

Nobeta “Ji Ocalan re azadî” ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrga tê lidarxistin kete hefteya 394’an. Çalakgerên vê hefteyê gotin, “Dem ew dem e ku em xwedî li Rêberê xwe û li rûmeta xwe derkevin.”

Nobeta “Ji Ocalan re azadî” ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê tê lidarxistin kete hefteya 394’an.

Koma ji 4 kesan a ji herêma Normandiya ya Fransayê çalakiya nobetê ya vê heftê dewr girt.

Çalakgerên nobetê bi daxuyaniyekê destnîşan kirin ku hevdîtinên Ocalan vê carê jî di bin navê “sûcê disîplînê” de tên qedexekirin û tecrîd bi dijwarî dewam dike.

Çalakgerên weha gotin: “Ev yek li dijî Rêber Ocalan û gelê Kurd komkujiyek e. Divê her Kurd li ser vê yekê bifikire û zanibe ku ev êşkence li dijî gel bi xwe ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nobeta “Ji Ocalan re Azadî” nîşaneya sekneke bi rûmet e û gotin, “Dem ew dem e ku gelê Kurd xwedî li Rêberê xwe û li rûmeta xwe derkeve.”

Çalakgerên nobetê ji bo meşa 11’ê Çileyê ya li Parîsê jî banga tevlîbûnê kirin.

Leave a Reply

Back to top button