Komeke Wîfaqê: Em ji bo sivîlan ji bajarê Sêrtê vekişiyan

Piştî ku li Libyayê artêşa Xelîfe Hefter bajarê Sêrtê kontrol kir, komên çekdar ên Wîfaqê dibêjin ku ew bixwe ji bajêr vekişiyane. Herwiha hat ragihandin ku Tunis daxwaza Erdogan a der barê Libyayê de red kiriye.

Odeya operasyonên “Burkan el-Xeddeb” a girêdayî hikumeta Wîfaqê ragihand ku wan ji bo parastina sivîlan bikin ji bajarê Sêrtê vekişiyan e.

Odeyê destnîşan kir ku ev yek nayê wateya bidawîkirina şer.

Duh, berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed el-Mismarî ragihandibû ku hêzên wan di nava 3 saetan de, bajarê Sêrtê bi temamî bi dest xist.

ŞERÊ LI LÎBYAYÊ
ARTÊŞA NIŞTÎMANÎ BEŞEK MEZIN YÊ JI HERÊMÊN EBÛQIRÎN Û EL-WIŞKE RIZGAR KIRIN

Her wiha Artêşa Netewî ya Lîbyayê ragihand ku piştî rizgarkirina bajarê Sêrtê hêzên wan îro jî beşek mezin yê ji herêmên Ebûqirîn û El-Wişke ya dikeve rojavayî Sêrtê rizgar kirine.

ŞÊWIRMENDÊ RAGIHANDINA SEROKKOMARÊ TUNISÊ:
DAXWAZA ERDOGAN A JI BO BIKARANÎNA QADÊN TÛNISÊ HAT REDKIRIN

Şêwirmenda ragihandinê ya serokkomarê Tunisê Reşîde El-Nîfir ji Skynewsê re ragihand ku Erdogan di serlêdana xwe ya li Tunisê de daxwaz kir ku rê bidin hêzên wan ê leşkerî da ku derbasî Lîbyayê bibin.

Lê ev daxwaza Erdogan ji aliyê Serokkomarê Tûnisê ve hat redkirin.

Erdogan beriya 2 hefteyan serdana Tunisê kiribû.

Ji aliyê din ve Meclisa Wezîran ya Siûdiyê di civîneke ku qiral Selman Ebudlezîz jî tê de amade bû, destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê red kir.

Leave a Reply

Back to top button