PKK: Fransa deyndarê edaletê ye

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku perpirsyarê komkujiyê MÎT’a Tirk û hikûmeta AKP ye.

PKK bibîrxist ku heta niha berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin û got, “Fransa li hemberî gelê Kurd û mirovahiyê deyndarê edaletê ye.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 7. salvegera Komkujiya Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de li dijî şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk hatibû daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK destnîşan kir ku komkujî bi rengekî plankirî pêk hatiye, lê belê tevî ku 7 sal derbas bûne hîn jî Fransayê jî kujer ceza nekiriye.

PKK weha got, “Yên ku Fransayê bi rê ve dibin maf û edalet kirine qurbanê berjewendiyên madî. Ji ber vê yekê, em rêveberî û sîstema dadgeriyê ya Fransayê ya ku ev komkujî ronî nekiriye şermezar dikin. Fransayê bi nedarizandina komkujiyê bû deyndarê edaletê yê Kurdan û mirovahiyê.”

KOMKUJIYA PARÎSÊ
PKK: KOMKUJÎ BI FERMANA AKP Û MÎT’Ê PÊK HAT

PKK destnîşan kir ku fermana komkujiyê ji aliyê MÎT’a Tirk û hikûmeta AKP ve hatiye dayîn û diyar kir ku eger hesabê komkujiya Parîsê hatiba pirsîn wê komkujî, dagirkerî û sûcên şer yên dewleta Tirk yên salên dawî pêk nehatiba û şerê li Rojhilata Navîn evqas gur nebûba.

Komîteya Rêveber a PKK’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelê Kurd û dostên wan kir ku ji bo hilweşandina dagirkerî û faşîzma AKP têkoşîna xwe xurt bikin û got,

“Em careke din soz didin hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ku berxwedana xwe xurt bikin, hedefa wan a Kurdistana Azad, Rêbertiya Azad û jiyana azad pêk bînin û serketinên mezin biafirînin.”

Leave a Reply

Back to top button