YJK-E: Ji bo edaletê di 11’ê çile de li parîsê bin

YJK-Elmanyayê bi munasebeta Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û bang li hemû jinan kir ku 11’ê Çilê de tevlî meşa li Parîsê bibin.

Tevgera Jinên Azad jî diyar kir ku ew ê vê komkujiyê jibîr nekin û nedin jibîrkirin.

Yekîtina Jinên Kurd a li Elmanyayê-YJK bi munasebeta 7. salvegera Komkujiya Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk hatibû daxuyaniyek da û her sê şoreşger bibîranî.

YJK-E destnîşan kir ku li ser komkujiyê 7 sal derbas bûn, lê heta niha komkujî nehatiye ronîkirin û ji kujêran hesab nehatiye pirsîn.

Yekîtiya Jinên Kurd anî ziman ku ew ê bi her awayî xwedî li mîrasê têkoşîna wan derkevin û bang li hemû jinan kir ku bi daxwaza edaletê di 11’ê Çilê de tevlî meşa li Parîsê bibin.

KOMKUJIYA PARÎSÊ
TJA: EM Ê KOMKUJIYÊ JIBÎR NEKIN Û NEDIN JIBÎRKIRIN
Tevgera Jinên Azad-TJA jî bi daxuyaniyekê jinên şoreşger yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî.

TJA’yê diyar kir ku wê ti carî komkujiyên li dijî jinên şoreşger ên Kurd jibîrnekin û got, “Em ê li ser rêya Sara, Rojbîn û Ronahiyan bimeşin.”

TJA bang li hemû jinan û gelê Kurd ku 9’ê Cotmehê, di Roja Çalakiyên Hevbeş ya li dijî Kuştinên Siyasî ya Jinan a Navnetewî de bi awayekî girseyî cîh bigirin.

Leave a Reply

Back to top button