Serokê Rûsya Vladimir Putin bi serokê rêjîma Sûriyê Beşar El-Esed re civiya.

Serokê Rûsyayê Pûtîn, Serokê Rêjîma Sûrî Beşar Esed li baregeha Rûsya ya li Şamê pêşwazî kir û li hev civiyan.

Berdevkê Kremlin Dmitriy Peskov ragihand ku pêşketinên Rêjîm û Rûsya yên li ser erdê di vê hevdîtinê de hatine nîqaşkirin û bi awyekî erênî hatine nirxandin.

Li gorî heman daxuyaniyê, “Esed ji bo destekdayîna ji Rêjîmê re spasiya Rûsyayê kiriye”.

Ev çûyîna Pûtîn ji Şamê re, piştî ya li baregeha Himêmîm a sala 2017’an a yekemîn e..

Piştî wê berê xwe da Tirkiyê û tê payîn Serokê Rûsya îro li gel Serokê Dewleta Tirk Erdogan jî, bicive..

ŞERÊ LI IDILIBÊ
EMERÎKA IDIA DIKE KU TIRKIYÊ DIXWAZE TUNDIYÊ BI DAWÎ BIKE!

Her wiha sefareta Emerîka li Sûriyê ji Putin xwest ku “têkildarî rewşa li Idlibê li Erdogan guhdar bike”.

Sefaretê li ser malpera xwe ya Twitterê idia kir ku ” Tirkiyê hewl dide tundiyê li Idlibê rawestîne û Emerîka piştgiriya wê dike”.

Leave a Reply

Back to top button