Wezîrê Derve yê 4 welatên Yekîtiya Ewropa têkildarî rojeva Lîbya û Îranê li Brukselê civiyan.

Wezîrê Derve yê 4 welatên Yekîtiya Ewropa têkildarî rojeva Lîbya û Îranê li Brukselê civiyan.

Fransa, Almanya, Îtalya û Îngiltere piştî kuştina Fermandarê Felyeqa Qûdisê Qasim Sîlêmanî biryar dan ku civînekê lidar bixin.

Civîn li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin û bi taybet rewşa Lîbya û Îranê hate nîqaşkirin.

Aliyan fikarên xwe yên li ser şandina dewleta tirk a leşkeran ji bo Lîbyayê jî anîn ziman.

Civîn bi serkêşiya Berpirsê bilind yê Yekîtiya Ewropa Joseph Borrell destpê kir.

Joseph Borrell piştî civînê ji rojnamevanan re axivî û got “Di cîvînê de banga agirbestê û bidawîkirina destwerdana derve di Lîbyayê de hat kirin.

Beriya civînê jî serokwezîrê Îngiltera Boris Johnson bi serokomarê dewleta tirk Erdogan re bi telefonê li ser rewşa Lîbyayê axivî.

Têkildarî naveroka axaftinan ti agahî nehatin dayîn.

Leave a Reply

Back to top button