Îran 2 baregehên Emerîkî li Iraq û hewlêrê topbaran kirin

Weke bersiv bo kuştina Suleymanî, Îran 2 baregehên Emerîkî li Iraq û Hewlêrê kirin armanc.
Îran idia dike, wan herî kêm 80 Emerîkî kuştine, lê heya niha bersiveke zelal der barê qasya ziyanan ji aliyê Emerîkayê ve nehatiye.
Tenê Trump bi gotina “her tişt baş” bersiva van êrîşan da.

Artêşa Îranî, nîvê şeva borî êrîşên bersivdayîn û tolhildana Qasim Suleymanî da destpêkirin.

Îranê, bi dehan moşek avêtin baregeha “Eyn el-Esed” li parêzgeha Enbarê ya Iraqê û baregeha “Herîr” a li Hewlêra başûrê Kurdistanê.

Li gorî televîzyona Îranê, 80 Emerîkî hatin kuştin.

Iraq got 22 moşek li navendên koalîsyona navdewletî ketin û ziyan nînin.

Başûrê Kurdistanê dibêje ti ziyanên madî û canî tune ne.

Brîtanya ragihand, hejmarek birîndar heye.

Emerîka dibêje ti ziyanên canî di nava artêşa wan çênebûne.

Li ser vê mijarê, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Zerîf diyar kir, wan bersiva kuştina Suleymanî da, êdî ew ti şerî naxwazin.

Lê rêberê bilind Xameny tirsê vê yekê got ku ev bersiv têrê nake.

Aloziya Emerîka û Îran
Pentagon: Em ê paşê bersivê bidin..Trump jî dibêje her tişt baş e

Pentagonê jî tenê got “ew bersivdayîna êrîşên Îranê lêkolîn dikin.”

Ji aliyê xwe ve serokê Emerîkayê Trump jî got ew ê aniha ti tiştî nebêjin û her tişt baş dimeşe.

Leave a Reply

Back to top button