Brîtanya û Elmanya êrîşên Îranê li ser baregehên Emerîkî êrîş şermezar kir

Êrîşên Îranê yê li dijî baregehên koalîsyona navdewletî yên li Iraqê gelek bertek bi xwe re anîn. Êrîş ji aliyê Brîtanya û Almanyayê ve hat şermezarkirin her weha şopa rêya ezmanî ya Iranî ji bo çend şirketên balafiran hat guhertin.

Piştî ku Îranê bi muşekan êrîşî barehegên Koalîsyona Navdewletî yên li Iraqê kir, gelek welat li dijî vê êrîşê nerazîbûn nîşan dan û ji ber aloziya gengaz ya rû bide tirs û fikarên xwe anîn ziman.

Wezîrê derve yê Îmaratê Enwer Qirqaş li ser hesabê xwe yê Twîterê tekez kir ku di navbera Emerîka û Îranê kêmkirina şer niha pêwîstiyek e û divê pêvajoyeke siyasî ku herêmê ber bi aramiyê ve bibe, were meşandin.

Brîtanya ku hêzên wê jî li beregeha Koalîsyona Navdewletî ya li Iraqê ne, ev êrîş şermezar kir.

Wezîrê derve yê Birîtanyayê Domînîk Rab got:

“Em vê êrîşê şermezar dikin, em ji agahiyên derbarê ketina birîndaran û bikaranîna mûşekên Balîstîk bi fikar in.”

Wezareta Parastinê ya Almanyayê jî êrîş bi tundî şermezar kir û eşkere kir ku ti ziyan negihiştiye leşkerên Alman ên li baregeha Hewlêr ê.

Her weha çavkaniyekê ji Hikumeta Fransayê tekez kir ku ti plana wan tine ye ku hêza xwe ya ji 160 leşkeran pêk tê, ji Iraqê vekişînin.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg, li ser hesabê xwe yê Twîtterê êrîş şermezar kir û diyar kir ku NATO’yê banga aramiyê li Îranê kiriye.

Ji aliyê din ve Cîgirê Serokwezîrê Spanyayê teqez kir ku welatê wî wê hin hêzên xwe yên li Iraqê veguhezîne Kuwêtê.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyaho jî êrîşa Iranê şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji bo Emerîkayê ragihand.

Her weha Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê got, “Ev rewş ne di berjewendiya ti kesî de ye û divê pirsgirêk bi rêya diyalogan werin çareserkirin.

Piştî vê êrîşê Hikumeta Hindistanê jî hişyarî da welatiyên xwe yên li Iraqê ku tevgera xwe kêm bikin.

Derbarê bûyerên dawî ku li herêmê rû dane, çav li rê ye kuWezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavişoglu jî di 9’ê Çilê de serdana Iraqê bike.

Her weha şirketên balafiran yên Almanya, Ukrayna, Awustralya, Malezya û Singaporê rêyên xwe yên ezmanî ku di ser Îranê re derbas dibin, guherandin.

Leave a Reply

Back to top button