Mike Pompeo:fermana sînordarkirina pewendiyên bi muxalefeta Îranê re da

Wezîrê Karê Dervê yê Emerîkayê Mike Pompeo bang li hemû dîplomatên Emerîkayê kir ku hemû peywendiyên xwe bi komên muxalefetê yên dijî Îranê re sînordar bikin. Di nava komên muxalefet de 2 komên muxalefet yên Kurd jî hene.
Li gorî ajansa nûçeyan a Bloomberg a Emerîkî Mike Pompeo, ferman daye dîplomatên xwe ku peywendiyên xwe yên bi muxalefetên li dijî Îranê re kêm bikin.

Heman çavkaniyê anî ziman ku navê komên muxalefetê ku Pompeo xwestiye dîplomatên wan peywendiyên xwe li gel wan kêm bike wiha ne;

“Rêxistina Mucahdîn Xelf, Encûmena Netewî a Îran, Bizutneweya Têkoşanî Erebî ya ji bo azadiya Ehwaz, Bizutneweya Rizgarî netewî ya Azerbeycana Başûr, Komeleya Kurdistana Îran û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê.”

Li gorî nûçeya Bloombergê sedema sînordarkirina peywendiyan ew e ku dîplomasiya Emerîkayê bi Îranê re nekeve nava metirsiyan.

Herî dawî Bloombergê li ser navê Pompeo anî ziman ku peywendiyek rasterast ya bi van koman re, li dijî armancên Emerîka ye.

Leave a Reply

Back to top button