
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Bêrîvan Hesen diyar kir ku dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê demografiya herêmê diguherîne.
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Bêrîvan Hesen bal kişand ser êrîş û planên dewleta Tirk yên dagirkeriyê û destnîşan kir ku Tirkiye “Artêşa Wetenî ya Sûrî” ku ji çeteyên xwe ava kiriye, ji bo şerekî navxweyî yê li Sûriyê bikar bîne.
Bêrîvan Hesen da xuyakrin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe dixwaze ku projeya neteweya demokratîk têk bibe û li herêmê plana guhertina demografîyê pêk bîne.
Endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê destnîşan kir ku Rusya û Koalîsyona Navnetewî jî ji bo dewleta Tirk van planên xwe bixe meriyetê rol dilîzin .
Bêrîvan Hesen anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîş û sûcên şer şêniyên herêmê yên resen bi darê zorê koçber dike û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dike.
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Bêrîvan Hesen diyar kir ku, kiyarên dewleta Tirk a dagirker li dijî qanûnên navdewletî ne û qirkirina etnîkî ye û bang li gelê Sûriyê kir ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk bixebitin.