Kongra Star: Sakîne Cansiz nîşaneya nasnameya jina azad e

Koordînasyona Kongreya Star komploya 9’Çile şermezar kir û got “Di qada cihanî de bi dengvedana berxwedana şervanên YPJ’ê, bersiva vê komloyê hate dayîn.
Kongra Star diyar kir ku têkoşer Sakîne Cansiz ji bo şoreşa Rojava û hemû jinên cîhanê sembola azadiyê ye.

Koordînasyona Kongreya Star derbarê 7. salvegera Komkujiya Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013`an li dijî sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk hatibû daxuyaniyek nivîskî da û komkujî şermezar kir.

Kongra Star diyar kir ev komkujî dewama komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Ocalan e û bi destê hikûmeta AKP û MÎT’a Tirk pêk hatiye.

Kongra Star diyar kir ku ew ê li dijî vê komkujiyê têkoşîna xwe bilind bikin û berxwedana şervanên YPJ’ê jî bersiva vê komloyê ye.

Kongreya Star da zanîn ku têkoşer Sakîne Cansiz di şoreşa Rojava de weke mînak tê dîtin û di nava tevger û dîroka jinên cihanê de jî weke pêşenga têkoşîna azadiyê, cihê xwe girtiye.

Kongreyê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî jinan îro jî dewam dikin û ji bo têkoşîn û destketiyên gelê Kurd têk bibin her tim jinên pêşeng tên hedefgirtin.

Kongra Star bibîrxist ku weke Hevrîn Helef, Dayê Aqîdê û Amara Rênas jî bi vê armancê hedef hatin girtin û got, “Ev neqebûlkirina rol û pêşengiya jinên azad îfade dike.”

Koordînasyona Kongreya Star anî ziman ku ji bo azadiyê, jiyana Sakîne Cansiz her tim şer bû û ew ê jî vî şerê wê ya azadiyê bidomînin û bikin cîhanî, jiyana demokratîk û azad ava bikin.

Leave a Reply

Back to top button