7. Salvegera komkujiya Parîsê hersê jinên şoreşger li Mexmûrê hatin bi bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê Komkujiya Parîsê hat şermezarkirin.

Ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê li Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyeke çapameniyê ya girseyî hat dayîn.

Meclisa Îştar di daxuyaniyê de destnîşan kir ku komkujî bi fermana rayedarên dewleta Tirk pêk hatiye û anî ziman ku bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî vê komkujiyê tê wateya hevkariya vî sûcî.

Meclîsa Îştarê diyar kir ku jinên şoreşger yên Kurd bi berxwedana xwe dîrok nivîsandin û ew ê heta dawiyê xwedî li vê têkoşînê derkevin.

7. SALVEGERA KOMKUJIYA PARÎSÊ
JINÊN ŞOREŞGER SIBÊ WÊ LI SILÊMANÎ WERIN BIBÎRANÎN

Bi heman armancê sibe jî wê li Silêmaniyê Kampanya “Li Dijî Dagirkeriyê û Kuştina Jinan Bêdengiyê Bişkêne’ çalakiya biranînê li dar bixe.

Çalakiya bîranînê wê saet di 14.00’an de li hola Azadî dest pê bike û ji bo aktîvîstên jin xelata jinên şoreşger jî were dayîn

Leave a Reply

Back to top button