Li nêzî bajarê Babê çete bi hev ketin, 2 sivîl jiyana xwe ji dest da

Li herêmên dagirkirî çeteyên dewleta Tirk dîsa li dijî hev şer kirin. Li gundewarê Helebê di navbera komên çete de şer derket û di encamê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest da.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li nêzî bajarê Babê yê dagirkirî di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer rû da.

Hat diyarkirin ku şer navbera çeteyên bi navê Ehrar Şerqiya û Cebha Şamiya de rû daye û di encamê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, şerê di navbera çeteyan de ji ber nakokiyên li ser qaçaxçiya sewalan rû daye.

Di encamê de çeteyên Cebiha Şamiya 13 çete ji koma bi navê Ehrar Şerqiya binçav kirin û paşê şer navbera herdu komên çete de rû da.

Çavdêriya tekez kir ku kuştî û birîndarên herdu komên çete hene.

Leave a Reply

Back to top button