Donald Trump: hewil tê dayîn ji bo dewletên Rojhilata Navîn tevlî nato’yê bibin

Serokê Emerîkayê Donald Trump ragihand ku hewil tê dayîn ji bo dewletên Rojhilata Navîn tevlî NATO’yê bibin.

Serokê Emerîkayê Donald Trump di civînekê çapemeniyê de ku li Koşka Spî pêk anî ziman ku divê NATO li Rojhilata Navîn bi Emerîkayê re bibe alîkar û tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê bibe.

Her wiha got, divê NATO dewletên Rojhilata Navîn tevlî xwe bike.

Donald Trump her wiha da zanîn ku wî ferzkirina cezayên nû li ser Îranê êrê kiriye.

Trump got ku Emerîka dixwaze mûzakeriyan têkildarî hevpeymanên nûklerî re jinûve bi Îranê re saz bike.

Leave a Reply

Back to top button