Fûzeke li baregeha Beled a parêzgeha selahedînê ya Iraqê ket

Fûzeke li baregeha Beled a parêzgeha Selahedînê ya Iraqê ku tê de leşkerên Emerîk hene, ket.

Li gorî ajansa Reutersê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên Iraqî girtine hat ragihandin ku fûzeyek li herêma El-Dicêl a nêzî baregeha Beled a leşkerî kete.

Li gorî çavkaniyan di vê paregehê de leşkerên Emerîkî hene û derbarê ziyana de ti agahî nehatine bidestxistin.

Şevê din jî 2 moşek li herêma kesk a li Bexdayê ketin.

Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê teqez kir ku ev moşek li nêzî balyozxaneya Emerîkî ya li herêma kesk a li navenda Bexdayê ketine, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Her wiha duh Îranê bi dehan moşek avêtin du baregehên Emerîkî yê li Iraqê.

Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Mark Esper eşkere kir ku “16 moşekên Îranê hatine avêtin, 12 ji wan li baregeha wan ketine.”

Leave a Reply

Back to top button