Mazlûm Ebdî: Li herêmên me 3 hezar û 286 kes winda ne

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hêjmara kesên ku tên revandin zêde dibin.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî diyarkir ku li herêmê 3 hezar 286 kes ji aliyê çeteyên dewleta Tirk, DAIŞ’ê û rejîma Sûriyê ve hatine revandin.
Mazlûm Ebdî anî ziman ku ji bo diyarkirina çarenûsa van kesan komîteyek lêpirsînê avakirine.

Mazlûm Ebdî bal kişand ser kesên ku li herêmê bi destê çeteyên Tirk tê revandin û li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku 3 hezar û 286 kesên winda hene.

Ebdî da zanîn ku ev kes ji Kobanê, Efrîn û Cizîrê hatine revandin.

Li gorî agahiyan, DAIŞ`ê 544 kes, komên îtîlafa watanî ya Sûriyê 2 hezar û 368 kes û rejîma Sûriyê jî 374 kes revandine.

Her weha 8 kes jî li heremên di bin kontrola QSD’ê de wenda bûne û hatine revandin.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku ku ji bo diyarkirina rewşa van kesan komîteyek lêpirsînê avakirine.

Ebdî got, “Bi taybet sûcdarên kesên ku li heremên di bin kontrola hêzên me de hatine revandin wê werin eşkerikin û encamên lêpirsînê di demeke nêz de ji rayagiştî re were parvekirin.”

Leave a Reply

Back to top button