Çete malên şêniyên Efrînê desteser kirin

Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagirkir, plana guherina demografiya herêmê xistiya dewrê. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê malên şêniyan desteserkirin. Li aliyekî din jî ciwanekî kurd ku revandibûn piştî dayîna 6 milyonan ew berdan. Lê belê ciwanê kurd ji ber îşkenceya çeteyan hişê xwe wind kir. 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo plana guhertina demografiya Efrînê bi lez û bez bixin meriyetê sûcên şer û kiryarên xwe dewam dikin.

Çeteyên dewleta Tirk bi darê zorê şêniyên kurd ên resen li Efrînê ji malên wan koçber kirin.

Ajansa Efrînê Post raghand ku çeteyên bi navê “Şirta Herêmî” yên ku ji Xûta Şamê ne, mala şêniyên bi navê Mihemed yê ji gundê Gobekê desteser kir.

Hate diyarkirin ku dema Mihemed xwest çete mala wî bidine, çeteyan eşkence lê kirin û tevî vê yekê daxwaza 160 hezarî jê kirin.

Her weha çeteyên dewleta Tirk bi tewanbariya ku berê YPG’î bûn, malên şêniyên Efrînê desteser dikin.

Bi vê tawanbariyê çeteyên Cebhit El-Şamiyê, mala jina bi navê Zeyneb a 40 salî ya ji Şiyê desteser kir, talan kir û paşê jî bi kirê dan çeteyên Idlibê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî raghandibû ku li 320 malên şêniyên Efrînê, malbatên çeteyan hatine bichkirin.

Rêxistinê her weha destnîşan kir ku çeteyên El-Emşat jî 2 milyonê jineke bi temen mezin dizîn.

BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
JI BER ÊŞKENCEYÊ, CIWANEKÎ HIŞÊ XWE WENDA KIR

Li aliyekî din dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê dewam dike.

Çeteyan 12’ê Kanûna 2019’an ciwanekî Kurd ê 18 salî yê bi navê Dilovan Ismet Ibrahîm ku ji gundê navçeya Mabata ye, revandibû.

Çeteyan piştî ku ji malbatê 6 Milyon pereyên Sûrî satand, wî berdan.

Hat diyarkirin ku Dilovan Ismet ji ber îşkenceya çeteyan, hişê xwe winda kir.

Leave a Reply

Back to top button