Xwepêşandanên Iraqê hejmarek birîndar li Kerbelayê çêbû

Di xwepêşandanên Iraqê de, ji ber şerê navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de hejmareke birîndar çêbû.

Duh êvarî, li qada Terbiyê li navenda Kerbelayê, hêzên ewlekariyê guleyên plastîk û gaza rûdikrij avêtin xwepêşanderan.

Di encamê de, hejmarek xwepêşander birîndar bû.

Li wir, çalakgeran banga xwepêşandaneke milyonî kir, ku roja Înê ango îro li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê kom bibin.

Berî wê jî, li taxa şaredariyê li Kerbelayê hêzên ewlekariyê bi rondikrijan xwepêşander ji hev xistibûn.

Leave a Reply

Back to top button