3 Wêzîr ji ber agahiyên şaş dan rayagiştî biçin dîwana bilind

Partiya Çep a Swêdî, ji ber ku der barê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê de agahiyên şaş dan raya giştî, li dijî sê wezîrên Swêdî serî li Dîwana Bilind da.

Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt ragihand, 3 wezîrên Swêdî çek firotin Tirkiyê û raya giştî xabandin.

Sjostedt anî ziman ku ji ber ku DAIŞ’ê têk birine, nabe çekên Swêdê li dijî Kurdan bên bikaranîn.

Sjostedt diyar kir ku wezîrên Swêdî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê weke alîkariyê nîşan dan û bi vî rengî raya giştî xapandin.

Bi navê Partiya Çep Berdevkê Polîtîkaya Derve Håkan Svennelig serî li Dîwana Bilind da û xwest ku daxuyaniyên her sê wezîran ên li ser firotina çekan a ji Tirkiyê re werin lêkolînkirin.

Sevnnelig di serlêdana ji bo Dîwana Bilind de ragihand ku di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê sûrî de çekên Swêdî hatin bikaranîn û her sê wezîran raya giştî xapandin.

Wêzîrên ku ji ber çek firotine Tirkiye giliyê wan hatiye kirin, Wezîra Karên Derve Ann Lînde, Wezîrê Koçberî û Edaletê Morgon Johanssonû Wezîrê Karên Hundir Mîkael Damberg e.

Leave a Reply

Back to top button