Ferhad Deqorî: Gelê kurd li benda yekîtiya netewî ye

Endamê Meclisa Êlên Kurdî Fehed Mihemed Deqorî ji bo avakirina yekîtiya Kurdî ji hemû partiyên Kurdî xwest ku li ser masayekê rûnin û nakokiyên xwe çareser bikin.
Deqorî destnîşan kir ku gelê Kurd li benda yekîtiya netewî ye û got, “Dîrok li kesên ku ji yekîtiyê direvin nayê rehmê.”

Endamê Meclisa Êlên Kurdî yê herêma Cizîrê Fehed Mihemed Deqorî der barê girîngiya avakirina yekîtiya Kurdî ji ANHA’yê re axivî.

Ferhad Deqorî bibîrxist ku di 2013’an de Meclisa Êlên Kurdî hatibûn avakirin û diyar kir ku ev Meclis bi armanca yekîtiya neteweyî û pêşxistina têkiliyên di navbera hemû pêkhateyan de hatiye avakirin.

Deqorî destnîşan kir ku bi partiyên Kurd re danûstandin hatin çêkirin, lê ji ber gelek sedeman mîna berjewendiyên partiyetî yên teng ev hewldan bi serneketin.

Deqorî da xuyakirina ku piştî artêşa Tirk Efrîn dagir kir dest bi hewldaneke din kirin, lê dîsa ji ber heman sedeman ev jî bi ser neket û wiha got:

Ferhad Deqorî: Dîrok li kesên ku ji yekîtiyê direvin neyê rehmê

“Gelê Kurd û dîrok li her kesê ji yekîtiya niştîmanî ya Kurdî direve û li pey berjewendiyên xwe yên partiyetî dibeze, nayê rehmê.

Çavê gelê Kurd li dû yekîtiya niştîmanî ye. Eger partiyên Kurd şaştiyê bikin wê helwesta gel a li hemberî wan zelal be.”

Endamê Meclisa Êlên Kurdî yê herêma Cizîrê ji tevahiya partiyên Kurd xwest ku ji bo yekrêziya Kurdî ava bibe, li ser masayekê rûnin û nakokiyên xwe yên partiyetî çareser bikin.

Ferhad Deqorî: Banga Mezlûm Ebdî pîroz e, bila hevdîtinan bidomîne

Fehed Deqorî her weha banga Mezlûm Ebdî yê derbarê yekîtiyê de silav kir û bang li Ebdî kir ku ji bo yekîtiya Kurdî ava bibe, bi partiyên Kurdî re hevdîtinên xwe berdewam bike.

Endamê Meclisa Êlên Kurdî yê herêma Cizîrê Fehed Mihemed Deqorî teqez kir ku bi yekîtiya Kurdî wê kurd nebin qurbana komplo û siyasetên ku li dijî wan têne plankirin.

Leave a Reply

Back to top button